Adar 22, 2018 12:06 Asia/Tehran
  • Derdora 90 hezar kes ji Xûteya Rojhilat derketine

Navenda rûsî ya aştiyê li Sûriyê ragihand: Ji dema ku derbasgehên mirovî hatine vekirin, zêde ji 86 hezar kes ji Xûteya Rojhilat li rîfa Şamê derketine.

Li gorî rapora ISNAyê ji zarê Russia Today a Erebî, Jinêral Yûrî Yotoşînko, birêvebirê navenda Hemîmîmê got: Ji dema ku derbasgehên mirovî hatine vekirinê, bi alîkariya Navenda rûsî ya aştiyê li Sûriyê 86 hezar û 123 kesan Xûteya Rojhilat a Rîfa Şamê terikandin.

Wî her wiha got: Di heyama 24 saetên bihurî da 5178 kesan karîne ku ji riya derbasfeghekê ku li navçeya El Wafidînê ye, terka Xûteya Rojhilat bikin.