Adar 20, 2018 10:56 Asia/Tehran
  • Bişar Ceferî: Hewildana dijî Sûriyê ya welatên rojavayî li Konseya Ewlehiyê ser neket

Nûnerê Hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) got: Hewildana welatên rojavayî li warê behrewergirtina ji çeka Mafên Mirov û kîmyayî li Konseya Ewlehiyê dijî Sûriyê têk çû.

Li gorî rapora êvara Duşemiyê ya IRIB Newsê, Nûnerê Hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Bişar Ceferî bi gotina vê yekê ku welatên rojavayî her mijare bo mudaxileya li karên Sûriyê bi kar anîne, her wiha got ku welatê wî hin belge radestî Konseya Ewlehiyê û Saziya Qedexetiya Berfirehkirina Çekên Kîmyayî kirine ku derewbûna îdiaya welatên rojavayî ya bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê îsbat dike.

Bişar Ceferiyê Nûnerê Hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) got: Welatên rojavayî tevî agahiya ji têkçûna siyasetên xwe li Sûriyê hin tawanan li bara bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê Şamê li dijî têrorîstan hilêdixin.

Civîna Konseya Ewlehiyê ya NY ku êvara Duşemiyê li ser vxwendina bereya rojavayî bi serkirdayetiya Amerîkayê û bi armanca hilêxistina miajrên li warê Mafên Mirovan ên Sûriyê li Konseya Ewlehiyê hat lidarxistin, bi dijayetiya ciddî ya Rûsiye û Çînê ji rojeva vê saziyê derket.

Piştî helwêsta dij a nûnerên Rûsiye û Çînê û piştevaniyên bereya rojavayî bi taybet nûnerên Amerîka û Fransê ji hlêxistina rewşa mafên mirov a Sûriyê li vê konseyê, li ser daxwaza Da Polyanskînûnerê Rûsiyê, ji bo dewama hilkolandina vê mijarê li Konseya Ewlehiyê deng hat wergirtin, lê nekarî asta pêwîst a dengan derbas bike û ev civîna bi derbasbûna tenê 20 deyqeyan dawî lê hat.