Adar 18, 2018 16:56 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûrîyê li sedî 80`yê Xûteya Rojhilatê serdest e

Artêş û hêzên çekdar ên Sûrîyê niha li sedî 80`yê Xûteya Rojhilatê li derdora Şamê serdest in.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, çavkanîyên meydanî îro ragihandin ku artêşa Sûrîyê piştî şerekî 18 rojî li hemberî têrorîstan, li sedî 80`yê deverên têrorîstan li Xûteya Rojhilatê dagir kiribûn, serdest bûne. Artêş  ûhêzên çekdar ên Sûrîyê pêşdeçûna xwe li deverên curbicur ên Xûteya Rojhilatê didomînin.

Hêzên çekdar ên Sûrîyê li dewama pêşdeçûna xwe li Xûteya Rojhilatê di rojên dawîyê de karîn bajarok û deverên Herzema, Nişabîyê, Salihîyê, Til Ferzat, Hewş Xirabo, Beyt Nayim, Mihemedîye, Hewş Qebîyat, Eftirîs û gellek deverên din azad bikin.

Komên têrorîst ên li XÛteya Rojhilatê ji mehekê berî niha ve êrişî deverên xelknişîn ên Şamê dikin û di encamê de gellek welatîyên sûrî hatine kuştinê û birîndar bûne.