Adar 17, 2018 16:08 Asia/Tehran
  • Cinayeta nû ya Tirkîyê li Efrînê, nexweşxana bajêr hat bombebarnkirin, bi dehan kes hatin kuştinê

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku Nexweşxaneya Avrîn a li bajarê Efrînê ji aliyê firokeyên cengê yên Tirkiyê ve hat bombebarankirin, ji ber bombebaranê 16 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar hene.

Li gorî rapora medyaya YPG`ê nexweşxane bûye armanca sê roketan û ji ber vê ziyaneke mezin li nexweşxaneyê ketiye û hat ragihandin ku ji ber êrişê 15 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û bi dehan kes birîndar bûn.

Herwiha yek ji rêveberên Heyva Sor a Kurdî li bakûra Sûrîyê Dilgeş Îsa ragihand ku hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane giheştîye 16`an û ji wan du kes jin in û ducanî bûn. Herwiha diyar kir ku ji ber zêdebûna birîndaran hejmara wan nizanin.

Şîrvan Birê yek ji berpirsên Heyva Sor a Kurdan ku meqera wê li Qamişloyê ye jî ragihand ku eskerên Tirkîyê bi awayekî berfire  ûgiran êrişî Efrînê dikin.

Nexweşxaneya Avrîn mezintirîn nexweşxaneya herêma Efrînê ye. Bombebarankirina nexweşxaneyê di demekê de ye ku ji ber êrişên Artêşa Tirkiyê û têrorîstên ser bi Enqerê gelek birîndar li wê nexweşxaneyê têne dermankirin.

 

Malpera kanala Al Mayadeenê jî ji zarê hêzên Sûrîya Dêmokirat (HSD) ragihand ku di encama cinayeta nû ya Tirkîyê li şarê Efrînê de herîkêm 47 kes hatin kuştinê û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Jêderekî li nivîsgeha Netewên Yekgirtî ya taybet bi karûbarên mirovî li Beyrûtê jî ragihand, ku hejmara wan welatiyên ku bi sedema şêrr ji bajarê Efrînê koçber bûne, ji 170 hezar kesî derbas bûye.