Çile 23, 2018 16:57 Asia/Tehran
  • Vegeryana awareyên sûrî bo bajaroka El-Bewîze li başûrê Şamê

Şêwirmendê Wezareta Aşitiya Neteweyî ya Sûriyê got: Li çarçoveya hewldanên Şamê bona vegerandina jiyana normal bo hin navçên ku artêşa vî welatî ew azad kirine bi sedan malbatên sûrî li halê vegeryana bo bjaroka El- Bewîzê ne.

 Li gorî rapora  roja sêşemiyê ya Fars Newsê, Ehmed Munîr  Şêwirmendê Wezareta Aşitiya Neteweyî ya Sûriyê got: Xelkê vê bajarokê ku ketiye  Rîfa  başûrî ya Şamê ji 5 salan berî niha ve  bi zorê ji aliyê terorîstan ji vê navçê hatibûn derxistin.

 Ehmed Mundîr  dibêje ku  vegeryana  awareyan bo bjarokê  El-Bewîzê wek navçeyeke  ji bo ziraretê ku xelkê wê dikarin  berhemên bosatên  paytextê dabîn bikin pir giring e.

 Şêwirmendê Wezareta aşitiya neteweyî ya Sûriyê her wiah diyar kir ku dê bi zûtirkê pêvajoya vegeryana  xelkê Şebayê li Qûta  rojhilata Şamê destpê bibe.

 Li gorî vê raporê beriya El-Bewîzê, xelkê bajarokên  El-Huseyniyê û El-Sebînetê ku ketiye riya  balefirgeha  navneteweyî ya Şamê, vegeryane malên xwe.

 Elî Heyder wezîrê şaitiya neteweyî ya Sûriyê teqez kiriye ku vegeryana  xelkê bo bajêr û gundên  xwe mînakeke ji serketina  artêşê li hember terorîzmê ye.