Çile 22, 2018 17:32 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkîyê û hevpeymanên wê nekarîn derbasî Efrînê bibin

Çavkanîyên kurd ragihandin ku hewildana artêşa Tirkîyê û hevpeymanên wê ji bo ketina nav şarê Efrînê li bakûra Sûrîyê bê encam ma û di encamê de hejmarek ji wan hatin kuştinê û birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnikê, serokê Komîteya Parastina Efrînê Behçet Ebdo diyar kir ku Artêşa Tirkiyê û milîtanên Artêşa Sûrîya Azad ji aliyê Ezazê ve dest bi operasyonê li dijî Efrînê kirine. Ji bo ku derbasî Efrînê bibin, lê rastî bersiveke tund hatin û nikarin derbas bibin. Beriya destpêka operasyonê balafirên şêrr demeke herêm bombebaran kirin. Ji ber ku amadekariyên me li herêmê xurt in nikarin pêşve biçin.

Ebdo diyar kir ku balafirên cengê yên Tirkiyê heta niha navenda bajêr bombebaran nekirine. Lê di encama bombebarana balafirên tirk de heta niha 13 sivîl jin û zarok jî di nav de hatine kuştin û 2 şervanên YPG`ê hatine kuştin.

Rûdî Osman nunerê kurdên Sûrîyê li Ûrsêtê jî ragihand ku di encama êrian de heta niha 10 leşkerên Tirkîyê û zêde ji 20 çekdarên sûrî yên ser bi Enqerê hatine kuştinê û cesedê wan bo bajarê sînorê yê Eizazê hatine veguhestin.

Artêşa Tirkîyê ji roja înîyê ve dest bi êrişên topxaneyî ser çeper û baregehên YPG`ê li Efrînê kir. Opêrasyona bejayî ya artêşa Tirkîyê li dijî Efrînê ser navê Çiqila Zeytûnê ji roja şemîyê ve destpê bû.