Çar gundên din li parêzgeha Hemaha Sûriyê hatin rizgarkirin
Artêşa Sûriyê bi piştgiirya hêêzn berevaniya gelanî çar gundf li derdora rojhilata parêzgeha Hemahê li rojavaya vî welatî azad kirin û hejamreka têrorîstên Cebheya Nusreyê kuştin.
Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRNA`yê, çavkaniyên meydanî yên nûçeyan ragihandin ku artêşa Sûriyê gundên Tûteh, Hecîle, Enîq û Bacirê ser bi derdora rojhilata parêzgeha Hemahê ji bin dagirkeriya têrorîstan azad kirin.
Li gorî ragihandin a van çavkaniyên nûçeyan, yekîneyên artêşa Sûriyê li vê opêrasiyonê ji billî kuştina hejmareka têrorîstan, baregeh û erebeyên wan jî rûxandin.
Artêş û hêêzn çekdar ên Sûriyê ji roja bihurî anku Yekşemiyê va jî têrorîst li 1000 û 200 Kîlomitrên çarkunc li parêzgehên Idlib, Hemah û Heleba vî welatî dorpêç kirin û li şer û pevçûna bi koma têrorîst a Cebheya Nusreyê gundên Ceîke, Hemîdiye Şedad û Hemîdiyê li rojhilata firokexaneya Ebuzihûrê azad kirin.
Artêşa Sûriyê her wiha bi piştevaniya komên berevaniya gelanî nîvroja Şemiyê kontrola firokexaneya stratijîk a Ebu Zihûrê li parêzgeha Idlibê girte destê xwe û ziyanên giran ji hêla canî û çekdarî va li çeteyên koma têrorîst a Cebheya Nusreyê xistin. Firokexaneya stratijîk û girîng a Ebu Zihûrê sê salan di bin dagirkeriya komên têrorîst da bû.,