Çile 21, 2018 20:07 Asia/Tehran
  •  Esed: Operasyona Tirkiyê li Efrînê piştgiriya ji terorsîmê ye

Serokkomarê Sûriyê got: Operasyona Tirkiyê li Efrînê beşek ji stratejiya Enqerê li çarçoveya piştgiriya ji terorîzmê ye

 Li gorî rapora ISNA`yê, serokkomarê Sûriyê raghand ku dijminatiya  Tirkiyê li Efrînê ji siyasetên ku pergala vî welatî ji roja ewil a destpêbûna qeyrana  Sûriyê girtiye û bingeha  wê li gor piştgiriya ji terorîzmê û rêxistinên  terorîstî ye, nayê cidakirinê.

Wî got: serketina  ser terorîzmê li Sûriyê û Iraqê û sekinîna  Îranê ser rêketinnama navokî ku bi armanca  ji nav birina welatên navçê û binpêkirina  serweriya wan hatibû dîzaynkirinê bê encam hişt.

 Li gorî rapora  Sputnikê Esed destnîşan kir ku êrişa Tirkiyê ser Efrînê beşek ji stratejiya Enqerê derheq piştgiriya  ji terorîstan e.

 Ev gotinên  Esed li hevdîtina  wî tev  Kemal Xerazî serokê konseya  strastejîk a peywendiyên  derve yên welatê me hat hilêxistin.