Mijdar 17, 2017 10:19 Asia/Tehran
  • Helwêsta Bişar Ceferî derheq vêtokirina Rûsiyê ya biryarnameya Amerîkayê dijî Sûriyê

Nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) got: ``Rûsiyê bi vêtokirina pêşnivîsa biryarnameya Amerîkayê li dijî dewleta Sûriyê, rê li ber dubarebûna karesata Iraq û Lîbiyê girt``.

Rûsiyê roja Pêncşemiyê pêşnivîsa biryarnameya Amerîkayê derbarê lêkolîna li ser bikaranîmna çekên kîmyayî li Sûriyê vêto kir.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Bişar Ceferî li civîna Koneya Ewlehiyê li bara îdiaya bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê, her wiha got: ``Rûsiyê bi vêtokirina xwe rastiya hikmên rêziknameya NY parast û Konseya Ewlehiyê ji Lîstina bi qanûn û qiranên navneteweyî filitand``.

Bişar Ceferî her wiha bal kişande ser sozdariya Sûriyê derheq Lihevkirinameya Qedexeya bikaranîna Çekên Kîmyayî û got: ``Sûriyê dijayetiya xwe digel damezirandina Komîteyên peydakirina rastiyê yên profesiyonal tune; Ji ber ku bi bawer e ku di rastiyê da qanûn û rastî yê bi ser bikeve``.

Komîteya Lêkolînê ya hevpar a NY û Rêxistina Qedexeya Çekên Kîmyayî di encama lêkolînên xwe da îdia kiribû ku dewleta Sûriyê li Xan Şêxûna Sûriyê Gaza Sarînê  bi kar aniye. Ev îdia bi caran ji aliyê dewleta Sûriyê va hatiye redkirin.

Li êrîşa kîmyayî ya gumanbar a 4`ê Nîsana 2017an lio ser navçeya Xan Şêxûnê li parêzgeha Idliba Sûriyê, zêde ji sed kesî hatin kuştin û derdora 400 kesî jî birîndar bûn.