Mijdar 14, 2017 16:05 Asia/Tehran
  • Aşkirabûna ``sirra qirêj a Reqê`` û rola Pentagonê li warê alîkarîya bo têrorîstên DAIŞ`ê

Çavkanîyên nûçan ên rojavayî hûrgilîyên bazarîyeke nihênî ku di encamê de bi sedan têrorîstên DAIŞ`î digel malbatên xwe di bin çavdêrîya hevalbendîya Amerîkayê de ji Reqê derketine, aşkira kirin.

Kanala BBC`yê ragihand: Karwanê ku têrorîstên DAIŞ`ê di bin çavdêrîya hevalbendîya Amerîkayê de ji Reqê veguhestibû derveyî bajêr, ji fermandeyên DAIŞ`ê û hêzên bîyanî pêk dihat û hinek ji wan piştî derketina ji Reqê li seranserî Sûrîyê belav bûn.

Malpera BBC`yê hûrgilîyên lihevkirina hanê bi navê `` sirra qirêj a Reqê`` belav kirin. Li gorî plana wezareta berevanîya Amerîkayê, şofêrê kamyonê kesek bi navê Ebû Fewzî bû ku li gorî daxwaza Hêzên Sûrîya DÊmokiratîk (HSD) biryar bû bi sedan malbatên aware dema pevçûnên li bajarokê Tebeqê veguhêze kemepeke bakûra welêt. Ajokar destpêkê fikir dikir ev meimûrîyeta yê wek her car 6 sietan bigire ber xwe lê paşê kifş bû ku meimûrîyeta wî 3 rojan berdewam bûye û wî bi sedan malbatên têrorîstên DAIŞ`ê û çek û rext veguhestine. Wade dabîn Ebû Fewazî û ajokarên din ku di berdêla vê meimûrîyetê de yê bi awayekî nihênî bi hezaran dolarî wergirin.

Ebû Fewzî herwiha got: Têrorîstên DAIŞ`ê bombe li kamyonên me bi cih kirin û gef kirin ku heke bazarî lihev bikeve yê wan biteqînin. Jin û zarokan jî kemberên teqemenîyê xwe va girêdabûn. Wî herwiha got: Me 4 hezar kes ji wan çend jin û zarok wergirtin. Dema ku em derbasî Reqê bûn me fikir dikir ku em ê 200 kesî veguhêzin  lê tenê 112 kes li nav kamyonan bûn.

Ajokarekî din jî ku li opêrasyona Pêntagonê ya ji bo derxistina endamên DAIŞ`ê ji Reqê pişkdar bûye dibêje ku karwan ji 50 kamyon, 13 otobos û zêde ji hezar maşînên DAIŞ`ê pêk dihat.

Hevalbendîya Navnetewî ya bi rêvebirîya Amerîkayê têkildarî rola xwe li lihevkirina têkildarî derketina têrorîstan ji Reqê mukur hatibû û ragihandibû ku îzna derketina 250 DAIŞ`îyan û 3500 kes ji malbatên wan ji Reqê dabû.