Îlon 20, 2017 17:39 Asia/Tehran
  • Êrişeka xwekujiyê li parêzgeha Heseke ya Sûriyê qewimî

Di encama du êrişên xwekujiyê li bajarê El Şedadî li başûra parêzgeha Hesekê li bakûra rojhilata Sûriyê de, sê kes hatin kuştin.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Ajansa fermî ya nûçeyan a SANA`yê, du sebebkarên teqandinê ku kletibûne nav kargehekê li nav bajarê Şedadiyê, kemberên xwe yên teqandinê, teqandin ku di encamê de sê kes hatin kuştin û hin pişkên vê kargehê kavil bûn.

Di encama teqîna duh a motorsîklêteka bombekirî de jî li bajarê Qamişlokê li parêzgeha Hesekê, zarokek hate kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyeka din a ji Sûriyê, çavkaniyên sûrî ragihandin ku Ebû Reşîd Tîzîn, fermandeyê leşkerî yê koma terorîst a Partya Tirkistana Rojhilatî ya Çînê, li bakûra parêzgeha Hemahê li rojavaya Sûriyê hatiye kuştin.

Partya Tirkistana Rojhilatî ya Çînê ku ji terorîstên çînî yên endamê El Qaidê pêk hatiye, li şerrên Efxanistan û Iraqê piştî jordahatina Rejîma Sedam, dîktatorê îdambûyî yê vî welatî, beşdar bibûn û ji destpêka qeyrana Sûriyê jî derbasî vî welatî bûn û li parêzgehên bakûrî yên Heleb û Idlibê li bakûr û bakûra rojavayê, çalakiyên berfireh hene.