Pentagonê: Rûsiyayê êrişî ser hêzên HSD`ê kiriye
Wezareta berevaniya Amerîka ragihand ku firokên şêr yên Rûsiyayê li rojhilata Çemê Firatê li nîzikiya Dêrezorê êrişî ser Hêzên Sûriya Demokratîk kirine.
Li gor rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, ji zarê ajansa Skayî News`ê, Wezareta berevaniya Amerîka duh şemiyê ragihand ku firokên şêr yên Rûsiyayê li rojhilata Çemê Firatê li nîzikiya Dêrezorê êrişî ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)`ê ku Amerîka piştevaniya vê grûpê dike kirine.
Wezazreta berevaniya Amerîka ragihand ku li vê êrişa hewayî ya Rûsiyayê ser hêzên HSD`ê ku li derûdora Dêrezorê şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê bi pêşve dibin, çend endamên HSD`ê birîndar bûne.
pentagonê ragihandiye ku li vê êrişa firokên rûsî tu derbeyek li hêzên musteşarî yên hevalbendiya navnetewî yadijî DAIŞ`ê bi serokatiya Amerîka neketiye.
Hevalbendiya Amerîkî herwisa ragihandiye ku firokên rûsî her çend dizanîne ku li vê navça ku wan bombebaran kirine hêzên HSD`ê mijûlî şerê dijî DAIŞ`ê ne lê dîsa jî ev navça kirine hedefa êrişên xwe.
Eva li halekê ye ku berdevkê artêşa Rûsiyayê ev nûça wezareta berevaniya Amerîka ret kiriye û ragihandiye ku tu hegerek tune ku hêzên wan pêgehên HSD`ê bombebaran bikin.