Îlon 16, 2017 18:50 Asia/Tehran
  • Lihevkirina desteyên pişkdar li civîna Astanê têkildarî zêdekirina herêmên kêmgêre

Îran, Tirkîye û Rûsîyê li dawîya şeşemîn dewra muzakirên Astanê têkildarî qeyrana Sûrîyê ragihandin ku li gorî lihevkirina wan a di 4`ê Gulanê de têkildarî damezirandina deverên kêmgêre, wan vê carê jî lihev kirin ku hejmara deverên hanê zêde bikin.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, li gorî lihevkirina her sê welatên hanê li Astanê û bi piştgirîya hemî dewletên garantorê muzakirên Astanê biryar hatîye dayîn ku deverên kêmkirina gêreyê û bêyî gêre li Xûteya Rojhilat, hin pişkên parêzgehên Hums,Laziqîye, Idlib, Hema û Helebê bên damezirandin.

Herwiha li gorî pêşnîyara Rûsîyê, deverên kêmgêre yê li başûra Sûrîyê jî bên kifşkirin.

Desteyên pişkdar li şeşemîn dewra muzakirên Astanê têkildarî girîngîya çavdêrîya ser qewl û qirarên kêmkirina gêreyê û nehîtşina wê li Sûrîyê tekez kirin ku kifşkirina deverên kêmgêre û bê gêre li Sûrîyê bi ti awayî nayê wateya hewldana jibo lawazkirina serwerî û yekeperçetîya axa vî welatî.

Alêksandêr Lavrêntîyêv nunerê Rûsîyê li muzakirên Astanê jibo çşareserkirina qeyrana Sûrîyê jî got: Belgeyên hatin wajokirinê, lihevkirina têkildarî bicihkirina hêzên eskerî li deverên kêmgêre jibo kontrolkirin û çavdêrîya ser van deveran e. Yek ji babetan jî çawanîya bikaranîna hêzên leşkerî jibo kontrolkirin û çavdêrîya ser deverên kêmgêre ye ku li belgeyên hanê hatîye kifşkirinê. Li belgeyek wê lihevkirinê jî karên xetên ewleh û navendên çavdêrîya ser deverên kêmgêre hatine kifşkirin.

Li gorî belgeyên lihevkirinê, çawanîya hevdengîya Îran, Rûsîye û Tirkîyê li Sûrîyê jî hatîye kifşkirin. Lavrêntîyêv herwiha got: Hemî belgeyên li muzakirên Astanê hatine wajokirinê rê didin me ku em qirarên têkildarî deverên ewleh li Sûrîyê kifş bikin.

Stêfan Dî Mîstora (Staffan de Mistura) nunerê taybet ê NY li karên Sûrîyê jî got: NY dê hewlên xwe bidomîne û dijwartir bike ta ku bikare alîkarîyê bide her welatîyekî sûrî li her dereke vî welatî nemaze kesên ku derveyî deverên kêmgêre ne. Em hivîdar in ku cihanîna lihevkirinameyên li dewra şeşan a muzakirên aştîya Sûrîyê li Astanê bibin sebeb ku welatîyên sûrî li her navçeyeke vî welatî bi hêsanî xwe bigihînin alîkarîyên mirovdostîyê.

Biryar hatîye dayîn ku dewra din a muzakirên aştîya Sûrîyê li Astanê di dawîya Cotmehê de bê lidarxistin û di wê civînê de desteyên pişkdar asta serketina plana kifşkirina deverên kêmgêre û bêyî gêre li Sûrîyê binirxînin. Di wê civînê de yê herwiha pêkanîna komxebatekê jibo hilkolandina azadkirina êxsîr û girtîyan li Sûrîyê hilkolînin.