Daxûyaniya civîna Astanê li bara navçên kêmkêşe li Sûriyê
Taximên beşdarê şeşemîn dewra muzakirên Sûriyê li Astana Qezaqistanê li bara zêdebûna hejmara navçên bêyî kêşe û tundû tûjiyan li Sûriyê li hev kirin.
Li gorî rapora Fars Newsê, taximên sê welatên garantîkirê pêvajoya Astanê li dawiya şeşemîn civîna navneteweyî pêvajoya Astanê ku duh û îro li paytexta Qezaqistanê hat lidarxistin daxûyaniyek derxistin û raghandin ku ser berpirsiyariya xwe ya cidî li hember hakimiyet, serbixwetî, yekitî û yekperçetiya erdê Sûriyê li gorî naveroka biryarnama 2254`an a Konseya ewlehiyê ya NY sekinîne û ji kêmbûna berbiçav a tund û tûjiyan li Sûriyê li encama kiryarên cihhatî pêşewaziyê dikin û daxwaza parastin û xurtkirina agirbesê li navçên kêmkêşe ya Sûriyê dikin.
Beşdarên şeşemîn dewra muzakirên Astanê her wiha li bara avakirina navçên kêmkêşe li gor hevhatina 4ê Gulana 2017`an li Xûta rojhilat, li navçên bakurê parêzgeha Himsê, parêzgeha Idlibê û hin navçên parêzgehên cînarê wê û her wiha li hin beşên başûrê Sûriyê li hev kirin.
Taximên hazir li civîna Astanê her wiha ser pêwîstiya parastina yekperçetiya erdê Sûriyê û dewama şerê li dijî terorîzmê li vî welatî tekez kirin.,
Li daxûyaniya dawiyê ya civîna Astanê li bara Sûriyê hatiye tekezkirin ku biryara li bara avakirina navçên kêmkêşe û zîvalên ewlehiyê li Sûriyê berwext bûye û mideha cihanîna wê 6 meh in û ger garantîkirên wê li hev bikin dê otomatîk were berdewamkirin.
Taximên hazir li civîna Astanê li bara qeyrana Sûriyê her wiha ji çavdêrên pêvajoya Astanê û endamên hogir ên civaka navneteweyî dixwezin ku piştgiriyê bidine pêvajoya kêmkirina kêşeyê û pêkanîna aramiyê li Sûriyê û her wiha şandina alîkariyên zêdetir bo gelê Sûriyê, hêsankirina pûçkirina maynan , parastina mîrata dîrokî ya vî welatî, avedankirina binavahiyên sereke li Sûriyê ji van hêsankariyên civakî û aboriyê.