Ebdî: "Armanca me ew e ku gav bi gav hemû partiyan tev li pêvajoya nû bikin"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i319707-ebdî_armanca_me_ew_e_ku_gav_bi_gav_hemû_partiyan_tev_li_pêvajoya_nû_bikin
Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî da zanîn ku însiyatîfa wan a ji bo yekitiya Kurdan li gorî pîvana xwe ya nîştimanî berdewam e û got “Armanca me ev e ku gav bi gav hemû partiyan tev li pêvajoya nû bikin.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 20, 2020 15:18 Asia/Tehran
  • Ebdî:

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî da zanîn ku însiyatîfa wan a ji bo yekitiya Kurdan li gorî pîvana xwe ya nîştimanî berdewam e û got “Armanca me ev e ku gav bi gav hemû partiyan tev li pêvajoya nû bikin.”

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî têkildarî diyalogên kurdî-kurdî, li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsek belav kir.

Ebdî wiha  da zanîn:

"Însiyatîfa me ya yekitiya kurdî li gorî pîvana xwe ya nîştimanî berdewam e. Armanca me ev e ku gav bi gav hemû partiyan tev li pêvajoya nû bikin. Partiyên wekî Pêşverû û Yekîtî (El-Wehdê) nehatine bidûrxistin. Agahiyên der barê vê yekê de ne di cihê xwe de ne.”