Mezlûm Kobanî: "Rapora NY tenê beşeka biçûk a sûcên cengê li Efrîn û Serêkaniyê ye"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i319627-mezlûm_kobanî_rapora_ny_tenê_beşeka_biçûk_a_sûcên_cengê_li_efrîn_û_serêkaniyê_ye
Mezlûm Kobanî di axaftinekê da tevî amajeya bi rapora NY derbarê sûcên cengê yên li Efrîn û Serêkaniyê ku ji aliyê hêzên ser bi Artêşa Tirkiyê va pêk hatine, ev sûc tenê wek beşek ji rastiyên heyî da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 18, 2020 06:20 Asia/Tehran
  • Mezlûm Kobanî:

Mezlûm Kobanî di axaftinekê da tevî amajeya bi rapora NY derbarê sûcên cengê yên li Efrîn û Serêkaniyê ku ji aliyê hêzên ser bi Artêşa Tirkiyê va pêk hatine, ev sûc tenê wek beşek ji rastiyên heyî da zanîn.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Mezlûm Kobanî (Mezlûm Ebdî), Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) di axaftinekê da tevî amajeya bi rapora Komîsiyopna serbixwe ya Navneteweyî ya lêkolînên Sûriyê ya ser bi NY derbarê sûcên cengê li Efrîn û Serêkaniyê, got: "Babetên amajepêkirî yên  Komîsiyopna serbixwe ya Navneteweyî ya lêkolînên Sûriyê ya ser bi NY derbarê sûcên cengê ku komên çekdar ku bi serpûşa siyasî ya Tirkiyê bo Efrîn, Serêkanî û Girê Sipî hatine şandin li dijî gelê navçeyê pêk anîne, tenê beşeke biçûk ji van karesatan e. Civata navneteweyî jibo danasîn û darizandina sebebkarên van sûcan divê tevdîrine cidîtir bigire ber xwe."