Çile 29, 2019 15:34 Asia/Tehran
  • Sê Kurdên Êzidî li Sûriyê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin

Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Bi Destê DAIŞ`ê ragihand ku azadkirina Kurdên Êzidî ji lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê didome û herî dawîyê 3 Êzidî hatin rizgarkirinê.

Li Sûriyê zarok û keç û kurekî Êzidî ku DAIŞ`ê revandibûn, ji aliyê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Bi Destê DAIŞ`ê ve hatin rizgarkirin.

Rêveberê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Bi Destê DAIŞ`ê Husên Qaîdî di vî warî de li koma nûçegihahan got: "Suad Çeto û Dawud Çeto yên temen 22 salî ku xelkê gundê Tel Ezîr în û zarokekî bi navê Hesen Husên ê 7 salî yê ji gundê Tel Qeseb ku sala 2014`ê ji aliyê DAIŞ`ê ve hatibûn revandin, li Sûriyê hatin rizgarkirin."

Wî herwiha got: Ew sê Kurdên Êzidî li Duhokê radestî malbat û xizm û kesên wan hatin kirinê.

Piştî êrîşa DAIŞ`ê ser Şingalê, ji 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî ku ji aliyê DAIŞ`ê ve hatibûn revandin, heta niha 3 hezar û 315 kes ji wan hatine rizgarkirin û hêj 3 hezar û 102 kes di destê DAIŞ`ê de mane û çarenivîsa wan nediyar e.

DAIŞ`ê di 3`ê Tebaxa sala 2014`ê de bi awayekî hovane êrişî Şingalê û cihên nîştecihbûna Kurdên Êzidî kir.

Di êrîşa DAIŞ`ê de bi hezaran Kurdên Êzidî ji aliyê çekdarên wê rêxistina têrorîst ve hatin kuştin û bi hezaran welatiyên din çarenivîsa wan nediyar e, herwiha çekdarên DAIŞ`ê bi hezaran keç, jin û zarokên Êzidî jî revandin û dîl girtin.