May 23, 2020 20:43 Asia/Tehran
  • YE di 30’ê Hezîranê de ji bo Sûriyê dicive

Berdevkê siyaseta derve ya YE`yê Peter Stano got dê kongreyek der barê destekdayîna pêşeroja Sûriyê û herêmê de bi rêya vîdeokonferansê di 30`ê Hezîranê de were lidarxisin.

 

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê,  Berdevkê siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) Peter Stano ji rojnameya Şerq El-Ewsat re got: "Armanc ji civînê nîqaşkirina zêdetir a destekdayîna ji koçber û dewletên cîran re ye ku koçber pêşwazî kirine û şerê li Suriye bandor lê kiriye û ji bo nîqaşkirina peydakirina çareseriyeke siyasî ji bo bidawîkirina şer e."

Stano îşaret bi daxuyaniyên nûnerê bilind ê Ewropayê Josep Borrell ên di dawiya civîna wezîrên karên derve yên dewletên yekitiyê de kir. Civîn di hefteya derbasbûyî de bi rêya vîdeoyê hat lidarxistin. Di civînê de wezîran nêrînek li ser amadekariyên lidarxistina kongreya 4`emîn a der barê pêşeroja Sûriyê û herêmê de eşkere kir.

Stano wiha domand: "Ev kongre derfetek ji bo sozdayîna hêviyan û destekdayîna ji çareseriya siyasî re bi hevkariya NY`yê ye."