May 23, 2020 12:28 Asia/Tehran
  • EL-EREB: Tirkiye hêzên kurd ên Sûriyê dikle hedef

Têkildarî mijarê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Dewleta Tirkiyê û milîsên sûrî yên alîgirên wê bi her rêbaz û kiryarê hebûna Kurd a li nêzî sînorê wê li aliyê Sûriyê hedef digirin, di vê dawiyê de jî bi qest berhemên çandiniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nêzbûna mewsima çandiniyê re şewitandin û dişewitîne."

 

Li gorî rapora roja Îniyê ya Hawar Newsê, Rojnameya EL-EREB'ê diyar kir ku berê jî dewleta Tirkiyê li gel xeteriya berbelavbûna pandemiya Vîrûsa Koronayê av li ser piraniya şêniyên Hesekê qut kir, bi wê re jî rêxistinên navneteweyî ev yek rexne kir.

Li aliyekî din jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku çeteyên Enqereyê di rojên borî de agir bi zevî û berhemên çandiniyê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku nêzî sînorê wê ne, xistin. Ew yek jî bi mûşekan pêk hat. Her wiha şênî jî di vemirandina şewatên bimebest de ku nêzî herêmên di bin serweriya dewleta Tirkiyê û çeteyan de li gundewarên Heleb, Hesekê û Reqayê ne, astengiyan dikişînin.Di çarşemiyaa borî de şewatên nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedema topbaranên hêzên Tirkiyê û çeteyên wê li berhemên genim û ceh çêbûn, şewat li gundên Meişebe, Eboş û Xirbet Şiîr ên li herêmên QSD’ê yên li nêzî eniyên şer çêbûn.