Sibat 14, 2020 16:55 Asia/Tehran
  • Şervanên HSDê 7 çekdarên alîgirên Tirkiyê li Reqayê kuştin

Li parêzgeha Reqayê ya Sûriyê, 7 çekdarên opozîsyona Sûriyê yên alîgirên Tirkiyê, ji aliyê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ve hatin kuştin.

Saziya çavdêriya mafên mirov li Sûriyê ragihand, şervanên HSD êrişî sayloya Şirkiral li nêzîkî bajarê Reqayê kirin û di encam de 7 çekdarên opozîsyona Sûriyê hatin kuştin û du çekdarên din jî dîl hatin girtin.

Li gor agahiyên wê saziyê, şerê çekdarên opozîsyona Sûriyê û HSDê li gundewarê Helebê jî berdewam dike. Yekîneyên tophavêjên Tirkiyê gundên Meinaz, Malikiyê û Şewarxa li Şerana Efrênê jî topabran kirin. Herweha hejmarek ji gundên bin desthelata HSDê li gundewarê Helebê jî bûne armanca tophavêjên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên alîgirên wê.

Duh jî,  di encama şerê di navbera HSDê û komên çekdar de li derdora bajarên Til Temir û Helebê zêde ji 10 çekdarên alîgirên Tirkiyê hatibûn kuştin.