Sibat 14, 2020 16:26 Asia/Tehran
  •  Wezîrê derve yê Cezayirê: Sûriyê divê vegere Yekitiya Ereban

Wezîrê karên derve yê Cezayirê roja pêncşemiyê daxwaza hewldana welatên erebî bona vegeryana Sûriyê bo Yekitiya Ereban kir.

Sebrî Boqadom, bal kişand ser vê yekê ku nebûna Sûriyê li Yekitiya Ereban zirareka mezin ji bo vê yekitiyê û welatên erebî ye û destnîşan kir: Welatên erebî divê bona vegeryana Sûriyê bo Yekitiya Ereban bixebitin. 

 Yekitiya Ereban li sala 2011`an û piştî destpêbûna  qeyrana Sûriyê bin zext û zorên Îmarat û Erebistanê endametiya Sûriyê li vê yekitiyê cemidand û piraniya welatên erebî jî bi girêdana balyozxaneyên xwe, peywendiyên xwe yên dîplomatîk bi Şamê re qut kirin. 

 Niha bi serketina dewleta Beşar Esed serokkomarê Sûriyê ser terorîstan û işkesta komploya erebî-rojavayî li vî welatî ,Yekitiya Ereban û piraniya welatên erebî û navçê hewl didin peywendiyên xwe destpê bikin û balyozxaneyên xwe li Şamê vekin.