Tebax 15, 2019 17:15 Asia/Tehran
  • Serdestiya artêşa Sûriyê li ser hin navçeyên din li başûrê Idlibê

Hêzên artêşa Sûriyê bi dewama pêşdaçûna xwe li başûrê Idlibê karîn ku kontrola çend bajarokên din bigirin destê xwe.

Li gorî rapora El Ilam Herbî, Hêzên artêşa Sûriyê roja Pêncşemiyê û di dewama operasiyona dijî koma têrorîst a Bereya Nusreyê li başûrê parêzgeha Idlibê, Zeviyê Zeytûne û bajaroka Medayayê li bakurê bajaroka Kefer Eynê rizgar kirin.

Hêzên artêşa Sûriyê li derdora bajarokna Hebîtê li başûrê Idlibê jî bajarokên Hereş Abidîn û Mefer Henteyê azad kirin.

Li gorî vê raporê, Hêzên artêşa Sûriyê bi van pêşdeçûnan gihîştine çr kîlomitriya bajarê Xan Şêxûnê û dawîn navçeyên bin kontrola têrorîstan li derdora bakurî ya Hemahê.

Parêzgehên Hemah li rojava û Idlib li bakurê Sûriyê dawîn baregehêîn têrorîstan li vî welatî ne.

Artêşa Sûriyê heta niha pirraniya navçeyên van parêzgehan ji bin dagirkeriya têrorîstan azad kiriye.