Pêdêrsên: Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyê bi zûtirkê dê were damezirandin
Nûnerê taybet ê Sêkrêtirê giştî yê NY li warê Sûriyê roja Çarşemiyê piştî hevdîtina bi Welîd Muelim, Wezîrê karên derve yê Sûriyê li Şamê ragihand ku Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyê bi zûtirkê dê were damezirandin.
Li gorî rapora IRIB Newsê,, Giyêr Pêdêrsên (Gier Pedersen) damezirandina Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyê bi wateya destpêkek jibo rêkara giştalî ya siyasî li Sûriyê da zanîn.
Nûnerê taybet ê Sêkrêtirê giştî yê NY li warê Sûriyê her wiha gotûbêja bi Welîd Muelm re kêrhatî da zanîn.
Fikra damezirnadina Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyê yekem car di civîna Kongreya Gotûbêjên Neteweyî yên Sûriyê hat hilêxcistin.
Kongreya Gotûbêjên Neteweyî yên Sûriyê rojên 29 û 30ê Çileya 2018an li bajarê Sûçiyê yê Rûsiyê hat lidarxistin.
Lihevkirina li bara lidarxistina Kongreya Gotûbêjên Neteweyî yên Sûriyê di civîna Mijdara 2017an a serokomarên Îran, Rûsiye û Tirkyê wek "Welatên garantîkerê Pêvajoya Astaneyê" li Rûsiyê hat bidestxistin.
Gotûbêjên Astaneyê ji Çileya sala 2017an bi dahêneriya Îranê û hevkariya Rûsiye û Tirkiyê bi armanca pêkanîna aştiyê li Sûriyê dest pê bûne; Encama sereke ya van gotûbêjan, pêkanîna navçeyên kêmkirina kêşeyan li Sûriyê bûye.
Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştevaniya Rûsiyê, her wiha bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.