May 15, 2019 12:22 Asia/Tehran
  • Êrîşa mûşekî ya têrorîstan li ser Heleba Sûriyê

Têrorîstan Sêşemiyê bi şev bi dehan mûşekan Kampa El Nîrebê li rojhilata Helebê li bakurê Sûriyê dane ber êrîşê.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Çavkaniyên sûrî ragihandin ku di vê êrîşê da herîkêm 6 welatiyên sivîl hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Ji ber vê êrîşê her wiha hin ziyan û xisar li erebe, mal û binavahiyên gelemperî yên Kampa Nîrebê ketin.

Di mehên dawî da komên têrorîst piştî têkçûnên li pey hev li hemberî arttêşa Sûriyê, zêdetir ji berê xwe dane êrîşên mûşekî û bi topên hawanê li ser bajarên vî welatî.

Di van êrîşan da hejmareke zêde ya welatiyên sûrî bi taybet jin û zarok hatin ekuştin an birîndar bûne.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.