Adar 17, 2019 12:12 Asia/Tehran
  • Li herêma Efrînê Newroz tê qedexekirin

Artêşa Tirkiyê û terorên pê re ku herêma kurdên Sûriyê ya Efrînê dagîr kirine, li wir merasîm, şahî û ahengên Newrozê qedexe kirin.

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Serok Encûmena Bajarokê Mabata, Ebdulmitelib Şêx Nasan ve hatiye îmzekirin, hatiye ku roja çarşemê, 20ê Adarê tu bênvedan tune.

Li gor daxuyaniyê, ku bi herdu zimanên Erebî û Tirkî hatiye belavkirin, di wê rojê de hemû saziyên fermî dê bi şêweyekî asayî kar bikin.

Her li gor daxuyaniyê, roja 21ê Adarê û rojên din jî, rê nayê dayin ku welatiyên kurd ên Efrîna Sûriyê ji bo cejna Newrozê xwepêşandan, meş, vêxistina agir û şahî bikin.

Ev daxuyanî, piştî wê yekê hatiye ku tevahiya Encûmenên Xwecihî li herêma Efrînê, di daxuyaniyeke hevbeş de, tekez kiribûn ku dê cejna Newrozê li herêmê bê pîrozkirin.

Çavkaniyeke taybet ji nav herêmê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir ku dagîrker û desthilatdarên Tirkiyê fişarê didin ser encûmenan da ku çalakiyên pîrozkirina cejna Newrozê bên qedexekirin.