Li bajarên Efrîn û Kobaniyê teqîn qewimîn
Teqînekê bajarê Efrînê yê Sûriyê hejand û teqînekê jî bajarê Kobaniyê hejand û li gorî zanyariyên destpêkê kuştî û birîndar hene.
Hate ragehandin ku otombîleke bombekirî li bajarê Efrînê teqiya, di encam de hejmarek hatin kuştin û birîndar bûn.
Li gorî rapora Rudawê, teqîneke bi otombîleke bombekirî li navenda bajarê Efrînê qewimî û di teqînê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 7 kes birîndar bûn.
Îro teqîneke mezin li cadeya Wêlat nêzîkî nexweşxaneya Dêrsimê li navenda bajarê Efrînê çêbû, û li gorî agahiyên destpêkê bi dehan qurbanî hene, di nav wan de hejmarek ji çekdarên opozisyonê û kesên sivîl hene.
Herwiha îro teqînek li bingeheke serbazî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Kobanî jî çêbû. Teqîn li bingeha Îstixbaratê ya YPGê li gundê Kor-Pîngarê ku 7 kîlometre ji Kobanî dûr e, qewimî.
Li gorî çavkaniyeke taybet di wê teqînê de, 4 şervanên YPGê û sivîlekî 15 salî jiyana xwe ji dest dane.
Heta niha berpirsên YPGê li ser sedema teqînê ti zanyariyek nedaye.