Sibat 12, 2019 10:35 Asia/Tehran
  • Êrişa Siyonîstan ser Quneytereya Sûriyê

Rejîma Siyonîstî duh êvarê hin deverên parêzgeha Quneyterê li başûra Sûriyê kirin hedefa êrişên xwe.

IRIB Newsê ji zarê medya Sûriyê ragihand ku tank û topxana Rejîma Siyonîstî bajarê Quneyterê, devera Tel El-Derîye û posteke lêgerînê li derdora bajaroka Cebata El-Xeşib li parêzgeha Quneyterê dan ber gulle û topan.

Ajansa Fermî ya Sûriyê (SANA) jî diyar kir ku di encama vê desdirêjî û êrişê bi tenê xisarên malî li Sûriyê ketin.

Rejîma Siyonîstî ji bo piştgiriya terorîstan bi caran pêgeh û çeperên artêşa Sûriyê kirine hedefa êrişên xwe.