Çile 12, 2019 17:41 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê êriş bire ser kombûna terorîstan

Di encama êrişa bi balafirên bêfirokevan ên artêşa Sûriyê ser veşartgeha terorîstan li dorhêla bakûrî ya Hemahê de (li rojavaya Sûriyê), gelek xisar li terorîstan ket û gelek kes ji wan hatin kuştin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Spûtnîkê, artêşa Sûriyê bi firokeyeka bêfirokevan a hilgira madeyên teqandinê êriş birin ser cihê kombûna endamên Cêyş Ul Ize ser bi koma terorîst a Bereya El Nusrê li bajaroka El Letamenê ku di encamê de gelek xisar li terorîstan ket.

Artêşa Sûriyê roja pêncşemiyê jî terorîstên El Nusrê ku li halê veguhestina alavên leşkerî bo mêhwera du bajarokên Corcinaz û El Xedeqê li dorhêla başûrê rojhilata Idlibê bûn, dan  ber êrişên topxaneyî û mûşekî û hejmarek ji terorîstan jî hatin kuştin.