Destpêbûna derketina kelûmelên eskerî yên Emerîkayê ji Sûriyê
Rayedarekî wezareta beervaniyê ya Emerîkayê, Pentagonê raghand ku artêşa vî welatî derxistina kelûmelên eskerî yên xwe ji Sûriyê destpê kiriye.
Vî rayedarê Pentagonê ku nexwest navê wê eşkere bibe roja îniyê ji France Pressê re got: Dikare teqez bike ku derketina alavên şêr ên artêşa Emerîkayê ji Sûriyê destpêbû lê ji ber hegerên ewlehiyê nikare li vê barê hûrgiliyên zêdetir raber bike.
Pêştir jî kanala CNN`ê guhestina kelûmelên eskerî yên Emerîkayê ji Sûriyê piştrsat kiribû.
Her wiha Mayk Pompêo wezîrê karên derve yê Emerîkayê duh pêncşemiyê li civîna rojnamevaniyê ya hevpar bi Samih Şukrî wezîrê karên derve yê Misrê re got: Dê bi zûtirkê hêzên emerîkî ji Sûriyê derkevin.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê meha buhurî nişkêve raghand ku Waşengtonê du hezar hêzên emerîkî bi vê hecetê ku koma treorîstî ya DAIŞê li Sûriyê işkest xwariye ji axa vî welatî derdixîne.
Emerîkayê li mideha heft salan hizûra neqanûnî û piştgiriya ji terorîstan li Sûriyê nekarî ku armanca xwe derheq jinavbirina dewleta qanûnî ya Şamê û niha biryara derketina ji axa vî welatî daye. Kiryara ku rastî dijberiya cidî li nav Emerîkayê hatiye.