Kanûn 18, 2018 20:47 Asia/Tehran
  • Daxûyanîya hevpar a Îran, Tirkîye û Ûrsêtê derbarê Sûrîyê de

Wezîrên Karên Derve yên Komara Islamî ya Îranê, Rûsîye û Tirkîyê di daxûyanîya ku piştî civîna îro ya li Jênêvê de dan, pêgirî li ser serxwebûn û yekperçetîya axa Sûrîyê kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê Mihemedcewad Zerîf, Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu wekî garantorên muzakirên Astanê îro civîneke sêalî û rawêjkarîyê bi amadebûna Stêfan Dî Mîstora Nunerê Taybet ê Sêkrêtêrê Giştî yê NY Di Karên Sûrîyê da li Jênêvê lidar xistin.

Wezîrên Karên Derve yên Îran, Tirkîye û Ûrsêtê di vê civînê da encamên erênî yên rawêjkarîyên xwe digel alîyên sûrî yên derbarê pêkhateya Komîteya Destûra Bingehîn da raber kirin.

Wan sê welatana careka din pêgirî li ser vîna xwe ji bo hêsankirina destpêbûna karê Komîteya Destûra Bingehîn bi rêya ravekirina isûlên giştî û istiratêjîk ên wê bi saya danuistandina digel alîyên sûrî û Nunerê Sêkrêtêrê Giştî yê NY Di Karên Sûrîyê de kirin ku ser bingeha wê yê destûrkarek bi merema garantîkirina karê bibandor û mayinde yê vê komîteyê bê amadekirinê.

Karkirina Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê divê di atmosfêreke aştîyane û pişkdarîya avakir bi armanca bidestxistina lihevkirina gitş di navbera endamên wê da be bi awayekî ku encamên wê bikaribin piştgirîya herîzêde ya pêkan a gelê Sûrîyê bi dest bixe.

Pişkdarên vê civînê herwiah lihev kirin ku ji bo lidarxistina yekemîn civîna Komîteya Destûra Bingehîn di destpêka sala bê ya zayînî li Jênêvê da hewil bidin.