Kanûn 08, 2018 18:11 Asia/Tehran
  • Cîmz Cêfrî: Pêwendiyên Amerîkayê bi HSD`ê ra demkî û taktîkî ne

Nûnerê taybet ê Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê li karên Sûriyê, Cîmz Cêfrî ku berê xwe daye Tirkiyê li civîna çapemeniyê tevî pêgiriya li ser demkîbûn û taktîkîbûna pêwendiyên Amrîkayê yên tev HSD`ê, gotiye: Heta dawiya îsal em ê hin karan di warê nexşeriya Minbicê de bikin.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê NTV`yê, Nûnerê taybet ê Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê li karên Sûriyê, Cîmz Cêfrî li Enqerê derbarê nexşeriya Minbicê de, gotiye: Derbarê vekişîna hêzên PYD/YPGê ji Minbicê û nebûna kesên ser bi van koman li Konseyên Medenî yên herêmî û leşkerî li Minbicê, me hin hilkolandinên ewlehiyê pêk anîn. Heta dawiya îsal em ê ji bo dilniyabûna ji vê yekê ku me şert û mercên lazim pêk anîne, hin pêngavên din jî rakin. Hinek ji van karan dê heta dawiya  Kanûnê bi dawî bibin.

Wî di dewama gotinên xwe da tevî pêgiriya li ser vê yekê ku hevkariya Tirkiye û Amerîkayê derbarê Minbicê de modêlek ji bo Aştiyê li tevahiya Sûriyê ye, bi bîr xist: Heta dema ku hevkariya nêzik navbera Tirkiye û Amerîkayê tunebe, çareseriyeka dawiyê li Sûriyê dê nepêkan be. Pêvajoya ku me dest pê kiriye wê deverên din jî bigire ber xwe. Ev bernameya hevpar piştevaniyên Amerîkayê ji Tirkiyê li Idlibê jî digire ber xwe.

Nûnerê taybet ê Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê li karên Sûriyê derbarê damezirandina navendên lêgerîn û çavdêriyê li sînorên başûrî yên Tirkiyê jî got: Armanca damezirandina van navendan dabînkirina ewlehiya wan navçeyan e ku ewlehiya Tirkiyê jî digire ber xwe. Armanca damezirandina van navendên pêşîlêgirtina gulereşandinên cûrbicûr li ser baregehên hevdu ye. Ev navend navendên şêrr nînin û tenê ji bo zîrevaniyê ne. Bi tu awayî bi mebesta gullereşandina li ser kesekî an girtinê nîne.

Danezirandina navendên zîrevaniyê yên Amerîkayê li sînorên bakurî yên Sûriyê tûşî dijayetiya tund a Tirkiyê bûye û rayedarên Tirkiyê li hevdîtina bi Cîmz Cêfrî ra daxwaza rakirina van navendan kirin.