Kanûn 06, 2018 13:07 Asia/Tehran
  • Balafirên Hevpeymaniya Amerîkayê devera Dêrazora Sûriyê bombebaran kirin û 5 sivîl kuştin

Balafirên Hevpeymaniya qaşo li dijî DAIŞê ya bi serkêşiya Amerîkayê şeva çarşemê gundê Hecînê li Dêrazorê ya rojhilata Sûriyê bombebaran kirin.

Li gor rapora IRNAyê di encama vê êrişa Balafirên Hevpeymaniya qaşo li dijî DAIŞê herî kêm 5 kes ji xelkê sivîl ê Sûriyê jiyana xwe ji dest dan.

Balafirên Hevpeymaniya Amerîkî ya  qaşo li dijî DAIŞê li van hefteyên bihûrî bi caran deverên curbicur ên Dêrazorê ji wan gundê Hecînê bombebaran kirin û carna jî wan ji bombeyên qedexe yên fosforîk îstifade kirine.

Hikûmeta Sûriyê bi caran bi şandina nameyan ji sekreterê giştî yê NY û serokê Konseya Ewlehiyê ya vê rêxistinê re name şandine û ji wan xwestine rê li ber van êrişên hevpeymaniya amerîkî bigirin.

Koma Çavdêriyê ya Air Wars ku êrişên Hevpeymaniya qaşo li dijî DAIŞê ya bi serkêşiya Amerîkayê li Iraq û Sûriyê dişopîne vê dawiyê ragihand ku di encama êrişên hewayî yên vê hevpeymaniyê ji sala 2014 heya niha li Iraq û Sûriyê zêde ji 5 hezar kes hatine kuştin.