Kurdên Sûriyê bo gotûbêjê cardinê berê xwe dan Şamê
Taximek ji Konseya Sûriya demokratîk a Kurdan bona destpêkirina gotûbêjên tev dewleta vî welatî îro Çarşemiyê derbasî Şama paytexta vî welatî bûn.
Li gorî rapora IRNA`yê, medya Sûriyê roja çarşemiyê ragihandin: Ev taxima di dewama civînan bona çareserkirina meselên di navbera her du aliyan li bara navçên rojhilata Çemê Firatê dê gotûbêjê bikin.
Emîne Umer hevseroka konseya Sûriya Demokratîk pêştir gotibû ku ev konse bona bidestxistina rêçareya siyasî tim amadeyî muzakira tev dewleta Sûriyê ye.
Medya kurdî ji zarê Umerê raghandin ku "Em bawer in ku gotûbêja siyasî rêçara herî baş û kêrhatî bo kutakirina qeyrana Sûriyê ye".
Wê got: "Armanca Konseya Sûriyê Demokratîk kutakirina êş û kulên gel û peydakirina rêçareyê bo qeyranê ji riya muzakirê ye".
Hevseroka Konseya Sûriya Demokratîk diyar kir: "Vê konseyê daxawza dewletê ji bo muzakira çareserkirina meselan qebûl kiriye lê ev gotûbêj heya niha neghêştine encamê".
Wê got: "Riya muzakiran dirêj e lê pêşeroj û encama van gotûbêjana ser sûda gelê Sûriyê û kutakirina qeyranê ye".
Taximek ji çiqa siyasî ya hêzên Demokratîk ên kurdên Sûriyê jî mehek berî niha bona gotûbêja bi dewleta vî welatî re sefera Şamê kiribû ku encamek xwe tinebû.