Dijberiya Rûsiyê li hember kivşkirina moletê ji bo destpêkirina karê komîta qanûna bingehîn a Sûriyê
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê got: "Moskowa tu hegerk ji bo lezkirina li pêvajoya avakirina komîta qanûna bingehîn a Sûriyê nabîne û lezgînkirina pêvajoya damezrandina wê bê feyde ye".
Li gorî rapora IRNA`yê, Sergeyî Lavrov wezîrê karên dreve yê Rûsiyê roja Çarşemiyê li civîna nûçan a hevpar tev Mîroslaw Layçak wezîrê karên dreve yê Slowakiyê li Moskowayê bi kivşkirina moletê ji bo destpêkirina xebata komîta qanûna bingehîna Sûriyê dijberî kir û got: "Divê em rewşê bo berfireh û giştalîbûna vê komîtê xweş bikin û piştî dabînkirina vê mesela giring, karê wê destpê bibe".
Sergeyî Lavrov her wiha got: "Karê avakirina komîta qanûna bingehîn a Sûriyê li çarçoveya pêvajoya muzakirên a şitiyê li Astana paytexta Qezaqistanê di rojevê de ye û têde nûnerên dewleta Sûriyê û dijberên dewleta Sûrî beşdarî kirine".
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê destnîşan kir ku li bara beşdariya hin taximan ji dewleta Sûriyê, neyaran û civaka medenî ya vî welatî li komîta qanûna bingehîn a Sûriyê hin hevhatin pêk hatiye.
Avakirina komîta qanûna bingehîn a Sûriyê destkewta civîna neteweyî ya gotûbêjên sûrî-sûr ye ku plana lidarxistina wê tev hevhatina rayedarên Îran, Rûsiye û Tirkiyê li civîna Astanê ket rojevêû cih hat.
Îran, Rûsiye û Tirkiye li çarçoveya civînên Astanê hewl didin ku riyekê ji bo çareserkirina qeyrana li Sûriyê peyda bikin û li gorî gotina karzanên vê civînê tenê mînaka serketî, karê dîplomatîk bona çareserkirina qeyarna Sûriyê bi derbasbûna 8 salan ji destpêka şerê navxweyî li vî welatî bûye.