Îlon 16, 2018 17:04 Asia/Tehran
  • YPG: Em tevlî operasyona Idlibê nabin

Berdevkê YPG`ê tekez dike ku hêzên wan li derdora Idlibê nînin û beşdariyê di operasyona li dijî terorîstên li Idlibê de nakin.

Berdevkê Yekêneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd derbarê gotegotên beşdardarbûna hêzên YPGê di operasyona ldlibê de, daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera fermî ya YPGê weşand.

Nûrî Mehmûd da zanîn ku bi zêdebûna egera destpêkirina operasyoneke leşkerî ya li ser parêzgeha Idlib û hawirdora wê, hin saziyên çapemeniyê behsa tevlîbûna hêzên wan di nav vê operasyonê de dikin, lê ew gotegot dûrî rastiyê ne.

Berdvekê YPG`ê got: “Em ji raya giştî re tekez dikin weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), hêzên me li hember rêxistineke terorê (DAIŞ) di nav şerekî giran de ne û bi biryar in ku vê koma terorîst li bakura Sûriyê ji nav bibe.”

Nûrî Mehmûd di dawiyê de got: “Em di serî de li hember artêşa Tirk a dagirker ku li Efrînê hebûna xwe meşru nîşan dide û rêxistina terorîst DAIŞ’ê ku alîkarî ji dewleta Tirk a dagirker werdigre, şerekî meşrû û mafdar dimeşînin. Herwiha em tekez dikin ku ti hêza me li Idlibê nîne.”

Ev demek e destpêkirina operasyona Idlibê bûye mijara şirove û gellek nîqaşan. Rûsya, Îran û hevalbendên din ên  Şamê piştgiriyê didin vê operasyonê. Lê welatên rojavayî û bi taybetî Amerika li dijî pêkanîna vê operasyonê radiwestin.