Tîrmeh 12, 2018 11:46 Asia/Tehran
  • Li Efrînê 4 sivîlên din ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin

Li Efrînê 4 sivîlên din ji aliyê hêzên dagirker ên Tirkiyê ve hatin revandin, her wiha talankirina mal û milkên sivîlan ji aliyên terorîstên ber piştgiriya Tirkiyê bê navber didomin.

Çavkaniyekî ji gundê Mosaka yê girêdayî herêma Raco ya ser bi Efrînê ji ajansa ANHA'yê re ragihandin ku artêşa Tirkiyê ya dagirker ûterorîstên wê pêş du rojan, 4 welatiyên gund revandin û heta niha qedera wan ne diyar e. Li gorî çavkaniyan, kesên hatine revandin; Seyîd Hisên Mûsa (60 salî), Xalid Hisên Mustefa (47 salî), Enwer Elî Muslim (26 salî) û Selah Elî Betal (23 salî) ne.

Çavkaniyî diyar kir ku artêşa Tirkiyê ya dagirker piştî ku Xalid Hisên Mustefa revandin erebeya wî birin.

Terorîstên ber piştgiriya artêşa Tirkiyê şevê din li gundê Sariya yê navçeya Mabata malên şêniyên wê û avahî û kargehên wan şewitandin.

Hejî gotinê ye ku terorîstên ku bi alîkariya artêşa Tirkiyê Efrîn û gund û bajarokên wê dagîr kirine ji dema dagîrkirinê heya niha mal û milkên xelkê deverê didizin û kesên ku li hemberî dagîrkerî, dizî û talanên wan dengê xwe bilind dikin digirin û şikence dikin ku heya nih qedera gelek kesên ku terorîstên hanê ew revandine ne diyar e.