Beşar Esed: Ger em hest bikin Îranê hevceyî bi navenda eskerî li Sûriyê heye emê wê cih bînin
Hezîran 14, 2018 21:08 Asia/Tehran
Serokkomarê Sûriyê got ku ger li hevahengiya tev îraniyan em hest bikin ku hebûna navendeke eskerî ya Îranî li Sûriyê pêwîst e emê li vê barê gumanê nekin.
Beşar ESed serokkomarê Sûriyê li hevpeyvîna bi kanala Al-Alamê re got ku îro ger li hevahengiya bi îraniyan re em hest bikin ku hebûna navendeke eskerî ya îranî li Sûriyê pêwîst e emê li vê barê tu gumanekê nekin. Wî her wiha got: Li Sûriyê navenda îranî tine ji ber ku îraniyan daxwaz nekirin. Me ji destpêka şêr ji îraniyan xwest ku li Sûriyê hazir bibe.
Esed her wiha got: Me ji hemen destpêkê ji îraniyan û ji rûsan xwest ku li Sûriyê bi cih bibin ji ber ku em hevceyî bi alîkariya wan hebû û Îranê daxwaziya me bersivand.