May 17, 2018 17:02 Asia/Tehran
  •  Bi dehan malbatên sûrî  li Xûteya rojhilata Şamê vegeriyan malên xwe

Bi dehan malbat ên xelkê Xûteya rojhilat li parêzgeha Rîfa Şamê ku ji tirsa komên terorîstî neçar mabûn terka mala xwe bikin, vegeryan malên xwe.

Li gorî rapora IRNA`yê, û ji zarê rojnama El-Wetena  Sûriyê, ev malbat li navenda gundê El-Hercelê li parêzgeha  Rîfa  Şamê bi awayekî demkî bi cih bibûn.

  Artêşa Sûriyê piştî azadkirina  Dûmayê, dawîn  navça  mayî  li bin lepê terorîstan li Xûteya rojhilatê li derdora Şamê bona  derxistina   terorîstên mayî ji kampa Yermokê û taxa Hecer Ul-Eswedê li navçên  başûrî yên Şamê bi cih bûne.

  Li gorî nûçeyeke din, êrişa  balefirên  cengê yên hevalbendiya  navneteweyî ya qaşo li dijî DAIŞ`ê bi serikidetiya Emerîkayê ser derdora  başûrê rojhilata Dêarzorê li rojhilata  Sûriyê bû sedema  kuştin û birîndarbûna  hejmarek ji xelkê sivîl.

 Hejmareke zêde ji xelkê bajarokên  Hecîn, El-Şefe û El-Soseyê li başûrê rojhilata  Dêrazorê li encama  dewama  bombebarana hevalbendiya  bi serkirdetiya Emerîkayê û pevçûna  koma terorîstî ya  DAIŞê û koma nasiyar bi Hêzên Demokratîk a  Sûriyê, terka malên xwe kirin û aware bûn.