May 14, 2018 17:20 Asia/Tehran
  • Dewama pêşveçûna artêşa Sûriyê li başûrê Şamê

Artêşa Sûriyê li dewama operasyona paqijkirina navçeyên başûrî yên Şamê, karî li navça El Cezîrê, Meydana El Rusê bigire destê xwe û çend avahiyan azad bike.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya Ajansa nûçeyan a FARS`ê, hêzên sûrî bi vê pêşveçûnê karîn xwe bigihînin rêya sereke ya navça El Cezîrê. Navça El Cezîre, tenê navçeyek e ku li bin lepên endamên DAIŞ`ê ye û ketiye bakûrê rojavaya navça El Hecer El Eswedê.

Li navça El Cezîrê ji ber hebûna avahiyên lihevzeliqiyayî, operasyona azadkirin û paqijkirina wê hêdî pêşda diçe û artêşa Sûriyê di rastiyê de bi şerrekî kolan bi kolan re rûbirû ye.

Li mêhwera Kempa Yermûkê li başûrê Şamê jî artêşa Sûriyê ji bilî dewama pêşveçûna li Kolana 30`an, kontrola dibistana Esed Bin El Firat, girte destê xwe. Balafirên cengê yên Sûriye û Rûsyê jî bargehên DAIŞ`ê yên li van navçeyan bi giranî dan ber bombeyan.

Çavkaniyên xwecî jî ragihandin, komên terorîst sibeha îro careka din ji aliyê zewiyên Brûmayê li rojavaya bajarê Keferyayê ve êriş birine ser bargehên hêzên berevanên vê bajarê dorpêçbûyî. Ev êrişa ku bi armanca işkandina berevaniya hêzên gelanî cih hat, têk çû û hejmarek terorîstên êrişker di encama vê êrişê de canê xwe ji dest dan.

Hêzên gelanî li bajarokên dorpêçbûyî yên Fewe û Keferyayê li parêzgeha Idlibê li bakûra Sûriyê, sê rojan berî niha jî êrişa terorîstan pûç kiribûn.