May 14, 2018 12:14 Asia/Tehran
  • Şervanên HSDê gundê Baxozê kontrol kirin

Hêzên HSD ku piraniya hêzên wê ji şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) in, di çarçoveya operasyona Bagera Cizîrê de gundê Baxoza ji destê koma terorîst a DAIŞê derxistin û kontrola wê xistin destê xwe.

Li gor zanyariyên berdest,   Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku piraniya şervanên wê ji YPGê ne di çarçoveya operasyona Bagera Cizîrê de gundê Baxozê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê deranîn.

Li gor çavkaniyên herêmî, şervanên HSDê duhî derbasî nava gundê Baxozê ku dikeve ser rûbarê Firatê bûn û hemû herêma dikeve rûbarê Firatê ku niha di kontrola rêxistina terorîst de ye dorpêç kirine.

Bi vê operasyona dawî ya HSDê, şervan nêzî navçeya Hecînê ku wek baregeha dawî ya DAIŞê li sînorê Iraq û Sûriyê û rojhilatê Firatê tê zanîn bûn.