Mogêrînî: Yekitiya Ewrûpayê ji bo pêvajoya aşitiyê bi serokatiya NY li Sûriyê pêngavan radike
Fedîka Mogêrînî, seroka siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê îro diyar kir: Ev yekitiya lê dixebite ku bi lidarxistina civîneke giring li bara Sûriyê li çend rojên tê dest bi xurtkirina hewldanan ji bo pêvajoya aşitiyê bi serokatiya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê bike.
Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê Associated Pressê, Mogêrîniyê got ku pêwîst e ku dubare hewldaneke zêde ji bo aştî û çareseriya krîza Sûriyê bi serokatiya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê pêvajoyeke nû despê bike.
Wî li van gotinên xwe ku di dema serokatiya muzakirên navbera wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewûpayê li Lûkzamburgê hat hilêxistinê, got: Xelkê Sûriyê pir îza dibin û canê xwe ji dest didin û ez fikir dikim ku hemî civaka navneteweyî divê berpirsiyariya vê rewşê qebûl bikin.
Eva li halekê ye ku biryar e di 24-25 Nîsanê civîneke piştgirên aborî yên Sûriyê li bajarê Brukselê bi beşdariya zêde ji 70 taximên nûnertiyê were li dar xistin.