Adar 14, 2018 13:31 Asia/Tehran
  • Kargeha dudiyan ya çêkirina sîlahên kîmyawî ya terorîstan li Xûteya rojhilatê

Artêşa Sûriyê ragihand ku li bajarokê Şefûniyê ya Xûteya rojhilatê kargeheke din a çêkirina sîlahên kîmyawî ya terorîstan dîtiye.

Medya sûrî şeva çûyî ragihand: Artêşa Sûriyê li dema paqijkirina bajarokê Şefûniyê li devera Dûmayê ev kargeha dîtin ku tê de madên kîmyawî yên wek asîdên curbicr yên wek Koler ji bo çêkirina sîlahên kîmyawî hebû. Herwiha di nav vê kargehê de dezgehên pêşketî yên biyanî jî hatin dîtin ku ji bo çêkirina sîlahên hanê ne.

Artêşa Sûriyê roja duşemê jî li nêzîkiya bajarokê bi tezetî azadbûyî yê Efterîsê kargeheke çêkirina sîlahên kîmyawî dîtibûn. Terorîstan ev sîlahan ji bo ku boxtanê li dewleta Sûriyê girê bidin çê dikirin.

Komên terorîst 15 rojên berê telîmatên bikaranîna sîlahên kîmyawî bona tawanbarkirina artêşa Sûriyê, standibûn û endamên terorîstî yên Koma bi navê `Kum Sipiyan` vê dawiyê maskên li dij gazê li Xûteya Rojhilatê di nav xelkê de belav kiribû da ku rê ji bo çêkirina senariyoya nû ya tawanbarkirina artêşa Sûriyê li çarçova bikaranîna sîlahên kîmyawî vebikin.

Sala par artêşa Amerîkayê li berteka derheq boxtana li dij dewleta Sûriyê ya bikaranîna sîlahên kîmyawî li Xan Şêxûnê ya Idlibê , bargeha artêşa Sûriyê li Şeîratê kire hedefa çend mûşekan. Sûriyê bi caran boxtanên wiha derewandiye.