Adar 12, 2018 08:05 Asia/Tehran
  • YPG`ê derketina ji Efrînê qebûl nekir

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) duh pêşnîyara vekişîna ji Efrînê di berdêla rawestandina êrişên Tirkîyê ser vî şarî da qebûl nekir.

Fermandarê Fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd ragihand, ew xelkê navçeya xwe ne û xaka xwe diparêzin û ji Efrînê dernakevin, ta çekdarên DAIŞ û Qaidê yên têrorîst derbasî wî bajarî bibin.

Nûrî Mehmûd li daxuyaniyekê ji ajansa nûçan a Sputnik a Ûrsêtê re got: “Vekişandina ji Efrînê bi temamî red dikin.”

Derbarê pêşniyaza Partiya Demokrat a Pêşvero ya Kurd li Sûriyê de, Nûrî Mehmûd got: “Ew partî di saya YPG`ê de dijî û ne zelal e li ser çi binemayî ew pêşniyaz kiriye û giranîya wê çend e. Herwisan gelo ma ew partîya dikare navbênkariyê di navbera YPG û artêşa Tirkiyê de bike.”

Endamê Polîtbîroya Partiya Pêşvero Ehmed Silêman, ragihandibû, ku niha rewşa Efrînê gellekî metirsîdar e û jiyana zêdetir ji yek milyon kesî li ber xeterê ye û di demekê de ku ti nîşaneke çareserkirinê qeyranê li ast navdewletî û herêmî nayê dîtin.

Silêman got jî: "Me pêşinyareke nû kir, ku pêwîst e pêwendî bi hikûmeta Sûrîyê û Rûsya re bên kirin, da ku şervanên Kurd ji Efrînê bên derxistin û di heman demê de artêşa Tirkiyê jî vikişe û rêveberiyeke ji xelkê deverê were pêkanîn û şer bê rawestandin, ji ber ku xizmeta ti aliyekî nake."

Hevserokê berê yê Partîya Yekitîya Dêmokiratîk a Sûrîyê (PYD) jî duh ji civaka navnetewî xwest ku êdî li hemberî dewama êrişên artêşa Tirkîyê ser şarê Efrînê bêdeng nemîne û pêşîya kuştina gelê kurd li Sûrîyê bigire.

Salih Muslim hevserokê berê yê PYD`ê li tiwwîtera xwe nivîsî: Gelî parêzvanên mafên mirovan! gelê Efrînê bi destê artêşa Tirkîyê û DAIŞ`ê tev tê kuştinê û ev bajara bûye qetilgah, lewma bêdeng nemînin û helwestê nîşan bidin.