Sibat 13, 2018 11:46 Asia/Tehran
  • Peskov: Amerîka piştgiriya pêwîst neda damezirîna aştî û ewlehiyê li Sûriyê

Berdevkê Kremlinê Dmitriy peskovî ruh got ku Amerîka ji bo dabînkirina istiqrarê li Sûriyê piştgiriya pêwîst nade û Moskowê ti alîkariyek ji aliyê Waşîngtonê li şerê li dij terorê û çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê nedîtiye.

Peskov civîneke çapemeniyê li dar xist û pirsyara hat kirin  Rûsya dikare çi gavan  ji bo ku rageşiya dawiya hefteyê di mihwera Sûriye, Îran û Îsraîlê de çêbûbû biavêje.

Rayedarê rûs diyar kir ku xebatên di qatên dîplomatîk-siyasî ji bo dewama pêvajoyên Astana û Soçiyê berdewam dikin û teqez kir ku piştgiriya Amerîka ji bo berdewamkirina xebatên çareseriya dîplomatîk-siyasî û dabînkirina istiqrarê li Sûriyê têrê nakin.

Herwiha Peskovî teqez kir ku hevkariya Rûsya-Tirkiye-Îranê ji aliyê fealiyetên avakirina aştiyê yên di çarçoveya xebatên Neteweyên Yekbûyî(NY) de meseleke pir giring e û wiha gotina xwe berdewam kir: Wek hûn dizanin Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di hefteya dawî de bi awayekî birêkûpêk bi hevkarên xwe yên tirk û îranî re diaxive. Ev danûstendin dê dewam bikin û dê bibin wesîleye giring ji bo avakirina aştiyê di çarçoveya xebatên NYyê li Sûriyê de."

Ji aliyê din ve, Peskovî diyar kir ku hejmara yekîneyên rûsî yên li peywira xwe li Sûriyê dewam dikin têra bidawîkirina çalakiyên milîtanan dikin, lê ne pêkan e ku di demeke kurt de hewlên wan ên xweveşartin û berbelav bên astengkirin.