Çile 13, 2018 20:52 Asia/Tehran
  • Pevçûnên navxweyî yên di navbera terorîsran de li Sûriyê giran bûne

Komên terorîst ên li Hece El Eswedê, li başûrê Şamê (paytexta Sûriyê), hevgavê pevçûna bi Artêşa Sûriyê re, ketine canê hevdu.

Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê ji zarê nivîsgeha Tevgera Berxwedana Îslamî ya El Nuceba ya Iraqê, li dû pevçûna berfireh a di navbera koma terorîst a DAIŞ`ê û komên terorîstên ên Cêyş Ul Islamê li başûrê Şamê de, hejmarek ji terorîstên her du aliyan hatin kuştin yan jî birîndar bûn.

Yekîneyên Artêşa Sûriyê jî roja îniyê bi hevkariya hêzên Berxwedanê re li dorhêla bajaroka Etşanê li dorhêla parêzgeha Idlibê li bakûrê rojavaya Sûriyê, bi endamên koma terorîst a Ehrar El Şamê re şerr kirin ku di encamê de 70 kes ji wan Ebû Sêyf Keferuwêyd û Îbrahîm El Eliyan Ebû Rebî, du serkirdeyên terorîstan hatin kuştin.

Artêşa Sûriyê herwiha li operasyonekê êrişa endamên koma terorîstî û tekfîrî ya Bereya El Nusrê ser du gundê Xerîbe û Rebîe li dorhêla başûrî ya Idlibê pûç kirin.

Terorîstên Bereya El Nusre berî ketina nav dorhêla başûrî ya Idlibê, du trombîlên bombebarkirî amade kiribûn ku ev her du trombîl bi destê leşkerên sûrî ve hatin teqandin.

Artêşa Sûriyê herwiha bargehên Bereya El Nusrê dan ber êrişên topxaneyî û mûşekî. Artêşa Sûriyê roja îniyê jî li operasyonekê 5 gundan li dorhêla Helebê li bakûra Sûriyê ji bin lepên komên terorîst derxistin.