Kanûn 07, 2017 14:25 Asia/Tehran
  • YPGê di derbarê gotinên Telal Silo de daxuyanî da

Berdevkê YPGê Nûrî Mahmûd di derbarê bûyera Berdevkê HSDê Telal Silo de diyar kir ku Telal Silo di serdema dawiyê de mijarên madî û malbatî dikir pirsgirêk û got, "Ev bûyer bi qasî tê dîtin operasyoneke MITê ye. Metnek hatiye amadekirin û wê metnê bi Telal Silo didin xwendin.

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mahmûd di daxuyaniya xwe ya ji bo ajansa ANFê de behsa bûyera Telal Silo kir û got, "Telal Silo di serdemên dawiyê de mijarên madî û malbatî dikir pirsgirêk. Du zarokên wî li Tirkiyê dixwend. Bi qasî tê dîtin, bûyer operasyoneke MITê ye. Bi riya malbata Telal Silo fişar li wî kirin û neçar hiştin ku ew biçe Tirkiyê."

Mahmûd diyar kir ku ew îdiayên bi devê Telal Silo hatine gotin, beriya niha jî ji aliyê çapemeniya Tirk ve dihatin gotin û wisa berdewam kir: "Gava çapemeniya Tirk baş were şopandin, dê were dîtin, ku beriya Silo jî ev îdia dihatin gotin. Ev îdia bi salane ji aliyê desthilatiya Tirk ve tê gotin. Niha tenê metnek hatiye amadekirin û vê metnê bi Telal Silo didin xwendin."

Berdevkê YPGê anî ziman ku ev bûyer bi zanebûn rastî dema doza Riza Zerrab anîn, ku niha li Amerîkayê tê dîtin û got, "Dewleta Tirk dixwaze bi vî awayî Amerîkayê têxe rewşeke zehmet. Dixwazin Telal Silo li hemberî doza Zerrab wekî şantajekê bi kar bîne û hewl didin piştgiriya Amerîka ya ji bo HSDê wekî nerewa nişan bidin."

Li vê çarçovê de berî vê yekê birêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî daxuyaniyek da û tê de ragihand ku Tirkiye şantajê li Telal Silo dike û wî rehîn digire daku HSDê xerab nîşan bide.

Mistefa Balî herwiha got: "Ajansa Anadoluyê li çarçova neyariya li hemberî serkeftinên HSDê yên li dijî terorê, her carê derewekê li ser derewekê diafirîne daku vê hêzê xerab nîşan bide û çi ji destê wê tê dike daku tawanan têxe stûyê wan."