Îlon 11, 2017 19:21 Asia/Tehran
  • Bişar Esed: Bila li Dêrezorê hilbijartinên parlimanî bên lidarxistin

Bişar Esed serokomarê Sûrîyê, fermana lidarxistina hilbijartinên parlimanî li Dêrezorê li rojhilata vî welatî da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Sûrîyê (SANA), Bişar Ese serokomarê Sûrîyê fermana lidarxistina hilbijartinên parlimanî li Dêrezorê duh da, bajarê ku dorpêça wî piştî 3 salan hat şikandinê.

Hilbijartinên parlimanî bi hegera dorpêçbûna Dêrezorê li vî şarî nehatibûn lidarxistin. Duyemîn hilbijartinên parlimana Sûrîyê piştî guhertina destûra bingehîn a vî welatî di 13`ê Nîsana sala 2016`an de li deverên di bin kontrola dewleta Sûrîyê de hat lidarxistin. Hêzên sûrî û hevpeymanên wan di 5`ê Îlonê de karîn ku dorpêça bajarê Dêrezorê bişkênin û paşê balafiregeha leşkerî ya vî şarî bêxin bin destê xwe.