Kanûn 01, 2020 09:53 Asia/Tehran
  • Pergala bergiriya asimanî ya Gunbeda Hesin li heyfayê hat bicihkirin

Çavkaniyên medyayî qala bicihkirina Pergala bergiriya asimanî ya Gunbeda Hesin li bajarê perravî yê Heyfayê ji aliyê artêşa Rêjîma Siyonîst va kirin.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya ajansa Meayê, Li gorî ragihandina van çavkaniyan, Rêjîma Siyonîst li pey terorkirina Muhsin Fexrîzade, zanyarê pêşeya berevaniyê yê Îranê, ev pergala bergiriya mûşekî li baajrê Heyfayê bi cih kiriye.

Rêjîma Siyonîst beriya vêya jî asta amadebaşa leşkerên xwe bi giranî zêde kiriye û tevdîrên ewlehiyê li balyozzxane û konsûlxaneyên Israîlê li welatên cûrbecûr zêde kiriye.

Muhsin Fexrîzade, Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê berêvara Îniyê di êrîşeke terorîstî da li derdora Têhranê şehîd bû.

Ev kiryara terorîstî ji aliyê partî, rêxistin, sazî, civatên îslamî, kesayetî, rêxistin û hin welatên îslamî va hatiye şermezarkirin.

 

 

 

Serepeyv