Mijdar 27, 2020 17:42 Asia/Tehran
  • Tevgera Ensarullaha Yemenê li ser dewama bersivdana bo cinayetên destdirêjkerên siûdî pêgirî kir

Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê li ser dewama bersivdana bo êrîşên destdirêjkerên siûdî li vî welatî pêgirî kir.

Li gorî rapora kanala Mesîreyê, Muhemed Ebdulselam, Berdevkê fermî yê Tevgera Ensarullaha Yemenê îro Îniyê got: Êrîşên vê dawiyê yên hevpeymaniya siûdî li ser Senaya paytexta Yemenê nîşan da ku bersiva artêşa Yemenê li hemberî êrîşên destdirêjkeran çiqasî girîng e.

Ebdulselam got: Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî  wiha guman dike ku van êrîşan tiştek di warê rûbirûbûnê da dê biguherîne, lê ji bîr kiriye ku şeş salan bombebarana hovane ya navçeyên cûrbecûr ên Yemenê, bûye sebeba qahêmbûn û hevgirtina zêdetir a gelê vî welatî.

Wî got: Bersivdan û pêşîlêgirtin divê were domandin da ku destdirêjî were rawestandin û dorpêça Yemenê jî bê işkandin.

 

 

Serepeyv