Cotmeh 18, 2020 23:48 Asia/Tehran
  • Dewama amadetiya Artêşa Rêjîma Siyonîst li ser sînorê Libnanê ji tirsa Hizbullahê

Çavkaniyeke medyayî qala dewama amadetiya Artêşa Rêjîma Siyonîst li ser sînorê Libnanê ji tirsa êrîşa tolhildanê ya Hizbullahê kir.

Malpera israîlî ya Vala roja Yekşemiyê ragihand: Tevî destpêbûna gotûbêjên Libnan û Rêjîma Siyonîst derbarê resimandina sînorên avî û derbasbûna 90 rojan ji amadetiya artêşa Israîlê li ser sînorê Libnanê, fermandarên leşkerî yên vê rêjîmê hema wisa nîgerana êrîşa hêzên Hizbullahê li ser baregehên xwe ne.

Li gorî vê raporê, Seyid Hesen Nesrullah, Sekreterê giştî yê tevgera Hizbullahê jibo cihanîna hevsengiya tolhildanê ciddî ye û ev stratejiya Hizbullahê dibe sebeba lawazbûna şiyana pêşîlêgirtinê ya Artêşa Rêjîma Siyonîst.

Amadetiya Artêşa Rêjîma Siyonîst ji demekê va destpê bû ku di encama êrîşa asimanî ya Artêşa Rêjîma Siyonîst di nîveka Tîrmeha 2020î li ser derdora Şamê, şervanekî Hizbullahê şehîd bû.

Li pey vê êrîşê, hin çavkaniyan qala biryara Hizbullahê jibo pêkanîna operasiyona tolhildanê li navçeyên sînorî û kuştina çekdarekî israîlî kirin.

 

Serepeyv